Xebatkarên tenduristiyê ku têkildarî pirsgirêkên xwe yên malî li pêş Nexweşxaneya Zarokan a Amedê kom bûn, Wezareta Tenduristiyê protesto kirin.
Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Garo Paylan, di starta “Hevdîtinên Kar û Nan” a HDP’ê ya Amedê de, diyar kir ku rêjeya bêkariyê di asteke jor de ye û ev tişt got: “Em ê li her derî welatiyên xwe guhdar bikin û derdê wan bibin Enqerê.”
Serokê SMMMO ya Wanê Îbrahîm Şahîn, destnîşan kir ku ji ber krîza aborî û şewbê esnaf hindik mane îflas bikin. Şahîn, anî ziman ku esnaf heqê baca dahateke bi dest nakeve dide û xwest deynên esnafan bên xerakirin.
Seta folklorê ya bi navê “Zargul” ku ji 3 pirtûkan pêk te ji Weşanên Wardozê derket.
Xwarina kevnar û dewlemend Zirfet hîn jî li Dersimê tê çêkirin û ser sifreyan dixemilîne. Zirfet, piranî ji bo kesên xeydan li hev bên tê çêkirin.
Dengbêjê navdêr ê herêma Botanê Cemalê Mihê jiyana xwe ji dest da. Mihê ku nexweşîna pençeşêrê lê peyda bûbû û tedawî dibû, ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da.